Kandîdbûna Mehmûd Ehmedînejad ji bo hilbijartinan carek din hat redkirin
PeyamaKurd – Daxwaza kandîdbûna hilbijartinên serkomariyê ya serkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad carek din hat redkirin.
Li gorî zanyariyên ji medyaya Îranê, Wezareta Navxwe ya Îranê dê îro nav û nîşanên wan berendamên ku daxwaz kirine di hilbijartinên îsal yên serkomariya Îranê de bibin kandîd, bi fermî rabigehîne.
Malpera nîv fermî ya “farsnews” ku nêzîkî sipaha pasdarên Îranê ye do diyar kir, selahîyeta serkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad ji bo kandîdbûnê hatiye redkirin.
Selahîyeta Ehmedînejad bo kandîdbûnê di hilbijartinên sala 2017 jî hatibû redkirin.
Li gorî malpera farnewsê, ji bilî Ehmedînejad selahîyeta Şîretkarê Xamineyî û serokê berê yê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî û Cîgirê yekem yê serkomarê Îranê Îshaq Cehangîrî jî hatiye redkirin.
Herwiha selahîyeta serokê dadweriya Îranê Îbrahîm Reyîsî, serokê desteya parastina berjewendiyên rêjîmê Muhsin Rizayî, serokê berê yê encumena asayişa niştimanî Seîd Celîlî, serokê navenda vekolînan li Parlamentoya Îranê Elî Riza Zakanî û çend kesên din jî hatiye pesendkirin.
Hilbijartinên serkomariya Îranê roja 18 Hezîranê îsal tê kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin