Kanada: Rûsya heya bedel nede, nikare nexseyên nûh çêbike
PeyamaKurd – Wezîra bergiriyê ya Kanadayê Anita Anand li Amerîkayê li Pentagonê bi wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin re civiya. Piştî civînê her dû wezîr derketin ber çapemeniyê. Anand got ku heya Rûsya bedel nede, nikare nexşeyên nûh çêbike û weha dewam kir:
“Rûsya nikare ji nûh de nexşeyan çêbike, ew nîzama ku li ser qaîdeyên navdewletî hatiye avakirin, heya bedelê nede, nikare xera bike. Em ê desteka xwe ji bo Ûkraynayê dewam bikin û NATO amade ye ku axa xwe biparêze.
Rûsya îrada Kanada, Amerîka, hevkar û hevparên me diceribîne. Rûsya nikare li gor berjewendiyên xwe ji nûh de nexşeyan çêbike. Nikare neteweyên desthilat ji nexşeyan derxe û NATO nayê perçekirin. Esas weka vê hefteyê me li Almanya dît, ji her wextê bêhtir yekîtiya me heye.
Me hefteya borî bi Amerîka re ji bo artêşa Ûkraynayê sîstema topên Obus ya M777 amade kir. Ez dikarim bêjim ku leşkerên Kanadayê niha hemkarên xwe yên Ûkraynî ji bo bikaranîna sîlihan perwerde dikin.
Di hefteyên pêşiya me de em ê 8 alavên zirxî bişînin Ûkraynayê û ji bo Ûkrayna qezenc bike, em ê techîzatan ji bo Ûkraynayê bişînin.”
Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Austin jî ragihand ku wê dewam bikin û ji stokên xwe sîlihan bidin Ûkraynayê û ji bo alîkariya Kanadayê sipasiya Anandê kir.
Her dû wezîr li ser herêma Amerîka bakûr, deverên qeşemê, mijarên herêmî heya di herêma Pasîkê de bi Çînê re têkoşîn û li ser gelek mijarên din axifîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin