Kalin: Em rejîma Sûriyê û Kurdan li sînoran naxwazin

21 cotmeh 2019 01:34
Kalin: Em rejîma Sûriyê û Kurdan li sînoran naxwazin

PeyamaKurd – Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di daxuyaniyeke xwe ya bo ajansa Associated Press de, got ku herêmên agirbest hatiye ragihandin têra wan nake û ew zêdetir erdan dixwazin.

Kalin ji ajansê re gotiye, agirbest tenê di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de ye, lê ew jê zêdetir dixwazin û plana Erdogan jî ew e ku 2 milyon penaberan li wê herêmê bicih bike.

Herwiha Kalin diyar kiriye ku ew li herêmên hevsînorên Tirkiyê ne leşkerên rejîma Sûriyê ne jî Kurdan dixwazin û ew tenê dixwazin di bin kontrola wan de be.