Kadrî Yildirim: ‘Medrese hêlîna çanda Kurdî ne’
PeyamaKurd - Konferansa bi navê “Alim û Medreseyên Kurdan”bi hevkarîya Weqfa Beşikci û Weşanxaneya Avestayê, li Weqfa Beşikci ya li Stenbolê birêve çû. Nivîskar, hunermend, xwendekar û xebatkarên çapemenîyê eleqeyeke mezin nîşanî konferansê dan.
Di konferansê da akademîsyen û parlementerê berê Prof.Dr. Kadri Yildirim wekî axiver beşdar bû û li ser alim û medreseyên kurdan gotareke bi kurdî pêşkêş kir. Moderatorîya konferansê jî xwedî û berpirsê Avestayê Abdullah Keskin kir.

Kadri Yildirim û Abdullah Keskin
‘MEDRESE HÊLÎNA ÇANDA KURDÎ YA MADÎ Û MANEWÎ NE’
Prof. Dr. Yildirim dîyar kir ku medrese hêlîna çanda kurdî ya madî û manewî ne û got, “Di medreseyên kurdan ne tenê ilmên olî dihatin xwendin, herweha perwerdehîya ilmên zanistî jî dihat dayîn.”
‘DI MEDRESEYÊN KURDAN DA TEVÎ ILMÊN OLÎ, ILMÊN ZANISTÊ Û TIBBÊ JÎ DIHATIN XWENDIN’
Yildirim bal kişand ser girîngîya medreseyan di warê avakirina çand û dîroka kurdan de. Yildirim “Di medreseyên kurdan da tevî ilmên olî, beşên din ên zanistê û tibbê jî dihatin xwendin. Di warê avakirina çand û dîroka kurdan da, rêziman û nivîsa kurdî da, wêje û erdnîgarîya kurdan da medreseyan roleke gelek girîng lîstin.”

‘DI MEDRESEYÊN KURDAN DA DERSDARÊN CUDA CUDA DERKETINE’
“Di medreseyên kurdan da dersdarên cuda cuda derketine. Di medreseyên kurdan da alimên weke Ali Teremaxîyê ku rêzimana kurdî amade kiriye jî derketîye; Mele Xelîlê Sêrtî ku, Nechul Enam nivîsandiye jî derketîye; Mele Ehmedê Nalbend, ku bi şêweyeke cuda helbest nivîsandîye jî derketîye.”
Yildirim di dawîya konferansê da ji helbestên alim û şa’irên medreseyên kurdî çend nimûne xwendin. Konferans bi pirs û bersivan bi dawî bû.
Hêjayî gotinê ye ku, xebata lêkolînî ya Kadri Yildirim a bi navê Alim û Medresyên Kurdî li bakurê Kurdistanê ji alîyê dezgehê weşangeriyê Avestayê ve hatiyê çapkirin û belavkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin