Justin Thomas: Pêsmerge ji bo Amerîka hevalbendekî bihêz e

13 tîrmeh 2024 17:10
Justin Thomas: Pêsmerge ji bo Amerîka hevalbendekî bihêz e

PeyamaKurd – Lêkolîner Justin Thomas got ku vekişandina hêzên Amerîkî ne di berjewendiya Iraqê de ye.

Thomas ji K24ê re diyar kir ku hebûna Amerîkayê li Iraqê ji bo Rojhilata Navîn û ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê girîng e. Daxwaza vekişîna Amerîka ji Iraqê tiştekî baş nîne ji ber ku wê rê li ber vejandina rêxistinên terorîst bi taybetî DAIŞê veke."

Justin Thomas derbarê pêwendiyên Amerîka û Pêşmerge de ev tişt anî ziman:

"Pêşmerge ji bo Amerîkayê hevalbendeke bihêz e. Ev yek ji bo berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê jî girîng e. Vekişîna hêzên Amerîkayê ne di berjewendiya Iraqê de ye. Em bi hevkarên xwe re li hev dikin."

Thomas bal kişand ser wê yekê ku Amerîka dixwaze bi Iraq û Herêma Kurdistanê re pêwendiyên bihêz deyne û got, "Amerîkî di wê baweriyê de ne ku divê Amerîka serxwebûna Kurdistanê çareser bike da ku Kurd bibin xwedî dewleta xwe."