Amerîka: Tirkiye, ji bo me hevalbendekî girîng e

15 îlon 2023 16:30
Amerîka: Tirkiye, ji bo me hevalbendekî girîng e

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku têkiliyên wan ên nêz bi hikûmeta Tirkiyeyê re hene û got, “Tirkiye ji bo me hevalbendeke bi nirx e.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, di civîna çapemeniyê ya rojane li ser pirsa, "Gelo hûn bi fikar nîn in ku sizayên li dijî kompaniyên Tirk bandorê li pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATOyê bike?" got ku "Na, em nafikirin ku ew ê bandorek hebe."

Miller bi bîr xist ku Serokê Amerîkayê Joe Biden herî dawî bi Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan re hevdîtin kir û wiha got: "Têkiliyên me yên avaker û nêzîk bi hikûmeta Tirkiyeyê re hene. Tirkiye ji bo me hevalbendeke hêja ye."

Miller diyar kir ku dorpêçên li hemberî kompaniyên Tirk bi endamtiya Swêdê ya NATOyê re nîn e û girîngiya ku Amerîka dide vê endamtiyê, ji Tirkiyeyê re haniye zimên.