Ji Yûnanistanê bo Tirkiyê: Em amade ne hêza leskerî bikar bînin!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis, li ser rêkeftina Tirkiyê ya bi hikûmeta demkî ya Libyayê re li ser lêgerîna hidrokarbonê li Deryaya Spî bertekeke tund nîşan da.
Miçotakis, di axaftina xwe ya parlamentoya Yûnanistanê de, banga vegera ji wê rêkeftinê li aliyan kir û got, “Tirkiye li ser erdên Yûnanistanê heq îdia dike. Pêwîst bike em amade ne, axa xwe bi hêza leşkerî biparêzin û bi welatên hevpeyman re jî hevkariya dîplomatîk bikin.”
Di demeke ku karvedan û bertekên piştî rêkeftina enerjiyê ya Tirkiye û Libyayê dewam dikin de, Miçotakis 5ê Cotmehê bi heyeteke Encûmena Nûneran a Amerîkayê re li Atînayê civiyabû.
Herwiha çavkaniyên dîplomatîk ên Yûnan ragihandine ku amadekarî tê kirin şandeke rayedarên Yûnanî li ser mijara rêkeftina enerjiyê serdana welatên Rojhilata Navîn bike.
Rêkeftina ku Tirkiyê bi hikûmeta demborî ya Libyayê re kiriye, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve jî hatiye redkirin, her çiqas Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotibû, wê Yekîtiya Ewropa tevlî mijarê nebe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin