Ji WHOyê banga zêdekirina perestaran: Pêdivî bi 5,9 milyon kesan heye
29 gulan 2021 00:04
PeyamaKurd - Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, bang li welatên cîhanê kir ku hejmara perestaran di sektroa tenduristiyê de zêde bikin.
Li gorî nûçeya The Guardianê Ghebreyesus di konferansa online ya delegeyên WHOyê de daye xuyakirin ku pêwîste welatên cîhanê zêdetir veberhênanê li perestaran û xebatkarên tenduristiyê bikin ku vîrusa koronayê girîngiya wê yekê derxistiye holê.
Serokê WHOyê herwiha bang li welatan kir ku rewşa perestaran a aborî û jiyanê û mercên xebatê baş bikin.
Li gorî daneyên WHOyê li seranserê cîhanê 27.9 milyon perestar hene, lê pêdivî bi 5,9 milyon perestarên din jî heye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
Ji Êzidiyên Helebê banga bilez: Em naxwazin koçber bibin
08 rbn 2026
Koçber
WHOyê hisyarî da: Coronavîrus hê jî heftane 1700 kesan dikuje
12 trm 2024
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin