WHOyê banga tevgereke lezgîn ji bo kontrolkirina bikaranîna cixareya elektronîkî kir
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê banga tevgereke lezgîn ji bo kontrolkirina bikaranîna cixareya elektronîkî kir da ku zirara tenduristiya giştî kêm bike.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) derbarê bikaranîna cixareya elektronîk de raporek nû weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku bikaranîna cixareya elektronîk di kêmkirina bikaranîna titûnê de bi bandor nîne.
Di raporê de bal hat kişandin ku derbarê bandora cixareya elektronîk a li ser tenduristiya gel de delîlên tirsnak derketine holê û hate destnîşankirin ku cixareyên elektronîkî bi domdarî destûr didin ku li sûkê werin peyda kirin û ji ciwanan re werin firotin.
Di raporê de hat gotin, "Ji bo kontrolkirina bikaranîna cixareya elektronîk ji bo parastina zarok û kesên cixare nekêşin, herwiha ji bo kêmkirina zerara li tenduristiya gel pêwîstî bi lezgînî heye."
Rîska nexweşiya dil û pişikê zêde dike
Di raporê de hat bibîrxistin ku cixareyên elektronîk ên nîkotînê xwedî taybetmendiyên pir tiryakê ne, di raporê de hat destnîşankirin ku hin ji van berheman dibin sedema penceşêrê û hin jî xetereya nexweşiyên dil û pişikê zêde dikin.
Di raporê de bal hat kişandin ku zarokên di navbera 13-15 salî de li hemû herêmên ku WHO lê dixebitîn ji mezinan bi rêjeyek bilindtir cixareya elektronîk bikar tînin û wiha hat gotin: "Li Kanadayê di navbera 2017 û 2022an de rêjeya bikaranîna cixareya elektronîk di navbera ciwanên 16-19 salî de du qat zêde bûye. Li Îngilîstanê hejmara bikarhênerên ciwan di sê salên dawî de sê caran zêde bûye."
Banga bacê
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo pêşîgirtina li bikaranîna cixareya elektronîk û têkoşîna li dijî nîkotînê divê tedbîrên lezgîn bên girtin û herwiha ji bo kontrolkirina tutunê nêzîkatiyek berfireh were girtin.
Raporê pêşniyar kir ku welatên ku firotina cixareyên elektronîkî qedexe dikin, mekanîzmayek kontrolê ya bi bandor ji bo xurtkirina cîbicîkirina vê qedexeyê ava bikin û bang li welatên ku destûrê didin firotina wan kir ku rêziknameyên bihêz peyda bikin û bac bidin wan da ku zirara van berheman li ser xelkê kêm bikin. .
Midûrê Giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus ku nêrînên wî di raporê de cih girt diyar kir, ciwan di temenê biçûk de ji bo bikaranîna cixareya elektronîk di bin kemînê de ne û dikarin bibin ehlê nîkotînê.
Ghebreyesus bang li welatan kir ku ji bo pêşîgirtina li kişandina cixareyê û bi taybetî jî ji bo parastina ciwanan tedbîrên tund bigirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin