Ji Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê daxuyaniya coronavîrusê
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê vîrusa korona ya ku li Çînê derketiye holê û bûye metirsiyeke mezin li seranser cîhanê daxuyaniyeke nivîskî belavkir.
Wezaret Tendirustiya Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe bi daxuyaniyekê li ser vîrusa korona ya li Çînê derketiye holê bang li welatiyên Herêma Kurdistanê kir ku destê xwe gelek baş bişon û xwe cihên qerebalix dûr bixin.
Wezaretê di daxuyaniya derbarê coronavîrusê de wiha got:
“Li gorî rapora Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) heya niha li bajarê Wuhan yê Çînê, 557 kes bi vîrusa Korona ketine. Hewiha ji bilî Çînê, li hinek welatên din yên asya yên weke, Koreyê, Tayland û Sîngapurê jî ev vîrus hatiye dîtin. Li Herêma Kurdistanê jî bi hemahengiya bi rêxistina WHOyê re, em çavdêriya rewşê dikin û tiştên pêwîst dikin. Pêwîst nake panîk û tirs çêbibe. Ji bo vê yekê weke parastin û hişyarî divê welatî destên xwe baş bişon. Xwe ji cihên qerebalix û girtî dûr bixin. Dema kulîn û behnijînê xwe biparêzin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin