Ji Wezareta Navxwe ya Kurdistanê hisyariyeke tund…
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Hikumeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê li ser rêkar û rênimayên xweparastina ji vîrusa koronayê hişyariyeke tund da kesên li gorî biryaran tevnagerin. Di daxuyaniyê ew derdorên ku yasayan binpê dikin û hewla xwepêşandanan didin, bi tundî têne hişyar kirin ku wê bên sizadan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di demekê de ku spasîya xweragirî û pêgîrbûna hevwelatîyên Herêma Kurdistanê dikin, daxwaz ji wan jî dkin, ji bo selametîya xwe û bejewendîya giştî berdewam bin li ser pabendbûnê bi rêkar û rênimayên tenduristîyê; daku bi hevkarîya hemû alîyan evê rewşa dijwar derbaz bikîn.”
Di berdewamê de hat diyarkirin, “Cihê daxêye, di van rojan de, hinek kesên neberpirs bi aşkera daxaza serpêçîkirina yasayê û pabendnebûnê bi rêkar û rênimayî yên tenduristîyê dikin û xelkî han didin bo xwenîşandanan û kombûnban û dixwazin bo mebestên taybetên xwe, berjewendîya giştî rûbirûyê metirsîyê bikin û ev jî hewleke bo belavkirina Vayrosa Koronayê û tawaneke beranber bi xelkên Kurdistanê.”
Di beşeke din de hat gotin, “Em li vir hûşdarîyeka tund didîn hemû ewên bi aşkera daxwaza serpêçîkirina yasayê û rênimayîyan dikin, ku her serpêçîyek, binpîkirinek û kombûnek, wan rûbirûyê lêkolînê û sizayên yasayî dê bike, çunku bi vî karî, ew tenduristîya xelkî û berjewendîya giştî dixin di metirsîyeka mezin de. Daxwaz ji daxwazkarê giştî jî dikîn ku rêkarên pêwîst bigire ber beranber her serpêçî û binpêkirineka rêkar û rênimayîyan.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin