Ji UNICEFê banga Kampa Holê li welatan!..

01 adar 2021 23:54
Ji UNICEFê banga Kampa Holê li welatan!..

PeyamaKurd – Fonda Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bang li hemû welatên ku welatiyên wan li kampa Holê ya Hesekê hene kir ku xwedî li welatiyên xwe derkevin û wan vegerînin.

Rêveberê UNICEFê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Ted Chaiban, ragihand li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 22 hezar zarokên biyanî hene û bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne.

Ted Chaiban bang li welatan kir û got, divê NY hewl bide ku wan zarokan bi ewlehî vegerîne welatên wan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Kampa Holê ku piraniya kesên tê de malbatên DAIŞê ne, gelek bûyerên kuştin û serjêkirinê rû didin. Herî dawî şeva Şemiya borî jinekê tevî 3 zarokan ji ber derketina şewatekê jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.