Ji Trump bo Îranê: Yan lihevkirin yan qirkirin

13 gulan 2026 08:29

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwar û got: "Em dê yan bi Îranê re li hev bikin yan jî ew ê bên tunekirin."

Ji Trump bo Îranê: Yan lihevkirin yan qirkirin

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya serdana xwe ya Çînê li Qesra Spî bersv da pirsên rojnamevanan.

"Îran têk çû di her rewşê de, em ê bi ser kevin"

Trump di axaftina xwe de ji nû ve gef li rejîma Îranê xwar û got: "Me bi giranî kapasîteyên leşkerî û siyasî yên Îranê ji holê rakirine, û tekez kir ku hêzên deryayî, bejayî û hewayî yên Tehranê, ligel sîstemên wê yên radarê, hatine wêrankirin."

Trump careke din dubare kir ku ew ê nehêlin Îran bigihîje çekên nukleerî, û got, "Em di pêvajoya derbarê Îranê de bi temamî di bin kontrolê de ne. "Yan em ê bigihîjin lihevkirinekê yan jî ew ê werin tunekirin. Di her rewşê de, em ê bi ser kevin; yan bi awayekî aştiyane yan jî bi rêyên din. Yan ew ê tiştê rast bikin yan jî em ê dawî li vê yekê bînin." 

"Rayedarên ku îdia dikin ku tu çek ji Kurdan re nehatine şandin şaş in"

Di vê navberê de, wekî bersiva pirsekê, Trump îdiaya xwe dubare kir ku çekên ji bo piştgiriya xwepêşanderên Îranê hatibûn şandin, li cem komên Kurd ên li herêmê mabûn. Dema ku nûçegihanekî pirsî, "Rayedarên leşkerî yên Amerîkayê dibêjin wan çek ji Kurdan re neşandine; hûn çi dibêjin?", Serokê Amerîkayê bersiv da, "Ew rayedar şaş in."

"Pêdiviya me bi NATOyê nîn e"

Trump careke din derbarê Îranê de NATO kir hedef û diyar kir ku hevpeymaniyê piştgirî nedaye Amerîkayê û ew bi vê yekê ne kêfxweş in. Trump got, "Pêdiviya me bi NATOyê nîn e. Dema ku pêdiviya me bi wan hebû ew li wir nebûn; NATOyê em gelekî bêhêvî kirin,  êdî ji bo mijara Îranê hewcedariya me bi alîkariya hevpeymaniyê nîn e."