Ji Tirkiyê bo Graham: ‘Hevpeymanên Kurd ên Amerîka kî ne?’

31 berfanbar 2018 15:01
Ji Tirkiyê bo Graham: ‘Hevpeymanên Kurd ên Amerîka kî ne?’

PeyamaKurd - Balyozê Tirkiyê yê Washingtonê Serdar Kiliç li ser daxuyaniyên Senator Lindsey Graham ên piştî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyek weşand û li dijî xwedîderketina Graham a Kurdan li Rojavayê Kurdistanê derket.

Kiliç bersiva parvekirinên Graham ên piştî hevdîtina Trump da û got, “Birêz senator, dema hûn dibêjin, hevpeymanên me yên Kurd gelo qesta we YPG/PYD ye? Hûn ji her kesî baştir dizanin ku YPG/PYD PKK bi xwe ye û we xwe di heman demê de îfşa kir.”

Balyozê Tirk bertek nîşanî Graham da û diyar kir, "Heger Amerîka xema Kurdên Sûriyê dixwe, bila Tirkiyê mînak bistîne. Em xwedîtiyê li 300 hezar kurdên ji zordestiya rejîma Sûriyê û YPGê reviyane dikin. Ya ku ewlehiya Kurdên Sûriyê bixe xeterê ne biryara Trump a vekişînê ye, çek û alîkariya leşkerî ya heta niha bo YPGê hatiye dayîn e.”

Daxuyaniyên Senator Lindsey Graham:

Rojava | Graham û Trump axivîn: Dê Amerîka hêdî vekişe, herêma tampon tê…