Ji Serokwezîr Mesûr Barzanî peyama Cejna Qûrbanê...

30 tîrmeh 2020 20:09
Ji Serokwezîr Mesûr Barzanî peyama Cejna Qûrbanê...

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê Cejna Qûrbanê pîroz kir û got: “Mixabin îsal cejna Qûrbanê di rewşeke giran a aborî de em pêşwazî dikin, ev rewşa nayê xwestin li derveyî daxwaz û xwestek û desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê ye.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, pîrozbahî li mislimanên Kurdistanê û cîhanê kir û got, “Hêvîdarim rojên cejnê di xweşî û kameranî de derbas bikin û pabendî tedbîrên xweparastinê û rênmayiyên tenduristiyê bin.”

Di berdewama peyamê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanî wiha pê de çû:

“Mixabin îsal cejna qurbanê di rewşeke giran a aborî de em birê dikin. Ev rewşa nayê xwestin li derveyî daxwaz û xwastek û desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Me her ji destpêka çêbûna vê krîzê ve hemû hewldanek da bo ku bandorên nerênî yên vê krîzê li ser jiyan û rêveçûna jiyana hemwelatiyan sînordar be. Lê mixabin vê krîza darayî ku piraniya welatên cîhanê jî li xwe girtiye, gelek şiyana darayî ya berdestê hikûmeta herêma Kurdistanê mezintir e. lê li gel hemû astengan jî hêvîdarim hemwelatiyên xoştewî baweriya wan bi hikûmeta herêma Kurdistanê hebe ku di hewldaneke berdewam de ye bo dabîn kirina mafên mûçexwarên herêma Kurdistanê. Bi vê hêviyê ve piştî cejnê li gel hikûmeta federal a Iraqê em bigehin rêkeftinekî hevseng ku mafên destûrî yên xelkê herêma Kurdistanê tê de parastî bin.”

Mesrûr Barzanî di dawiyê de diyar kir: “Hêvîdarim bi piştevaniya hemû aliyekî ve emê van rojên giran derbas bikin û bi hemwelatiyên xwe re di cejnên pêş de di rewşeke pir baştir de cejnê derbas bikin.”