Ji Rûsya daxuyaniya Idlibê: Çekdar pabendî agirbestê nabin

16 adar 2020 20:20
Ji Rûsya daxuyaniya Idlibê: Çekdar pabendî agirbestê nabin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser agirbesta 5ê Adarê ya Idlibê ku di navbera Rûsya-Tirkiye de hatibû kirin ragihand, komên çekdar pabendî agirbestê nabin.

Li gorî daxuyaniya wezareta rûsî, ‘Çekdarên li Idlibê pabendî rêkeftina agirbesta navbera Rûsya û Tirkiyê nabin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, ‘Çalakiyên êrîşkirinê yên çekdarên li Idlibê berdewam dike.”

Doh di çarçoveya rêkeftina Moskowê de, yekem car li ser riya M4 dewriyeya hevbeş a Rûs-Tirk hatibû destpêkirin ku ew jî ji ber astengkirina komên çekdarên cîhadî kurt hatibû birîn û nîvco mabû.