Ji Rûsya daxuyaniya Idlibê: 250 çekdaran êrîs kir!
13 tîrmeh 2020 01:18
PeyamaKurd- Serokê Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsî li Sûriyê Aleksandr Şerbitskiy, ragihand ku li Idlibê çekdaran êrîş birine ser çeperên hêzên hikûmeta Sûriyê.
Şerbitskiy diyar kiye ku 10ê Tîrmehê bi qasî 250 çekdaran êrîş kiriye û ew êrîş hatiye pûçkirin û 8 çekdar jî hatine kuştin.
Berpirsê Rûsî herwiha daye zanîn ku rêkeftina Rûs-Tirk a 5ê Adarê ya bo Idlibê ku ji bo herêmên kêmkirina rageşiyê agirbestê dide ber xwe jî berdewam dike û di nav 24 saetên dawî de li deverên kontrola Tirkiyê yên komên neyasayî lê ne binpêkirin çênebûne.
Şerbitskiy herwiha diyar kir ku dewriyeyên hêzên Rûsî li Heleb û Dêrazorê jî berdewam dikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji Rûsya daxuyaniya Idlibê: Êrîsî nistîngehan dikin…
17 gln 2020
Jiyan
Rûsya ji hewa de êrîsê Idlibê kir: 2 kes mirin û 21 kes birîndar bûn
16 cot 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin