Ji rejîma Sûriyê daxuyaniya vekisîna HSDê

28 cotmeh 2019 00:20
Ji rejîma Sûriyê daxuyaniya vekisîna HSDê

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku ew biryara HSDê ya vekişîna ji sînoran di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

HSDê îro bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan piştî danûstandinan bi Rûsyayê re li hev kiriye ku ji sînoran hêzên xwe vekişînin ku di rêkeftina Soçiyê ya navbera Rûsya-Tirkiyê de hatibû plankirin.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand, ew pê kêfxweş in ku bi kordînasyoneke tam a artêşa Sûriyê re, HSD hêzên xwe vedikişîne 30 km dûrî sînoran.

Ev vekişîn dihêle ku hincetên êrîşên xedar ên Tirkiyê pûç bibin û dê Komara Erebî ya Sûriye ji bo qelbûkirina zarokên xwe (Kurd) û ji nû ve vegerandina wan a ser yekîtiya Sûriyeyîyan bixebite.