Ji Polîsê Alman daxuyanî û hisyariya PKKê bo hemwelatiyan...
PeyamaKurd - Polîsê Almanya bi daxuyaniyeke fermî daxwaz ji hemwelatiyên xwe û bi taybet jî ji Kurdên Almanyayê kir, guh nedin zextên PKKê yên wergirtina bacê û xwe dûrî wê rêxistinê bikin.
Di daxuyaniya polîsê Almanya ya derbarê komkirina pareyan bo rêxistina qedexe PKKê de wiha hatiye gotin: “PKK sala 1993yan ve li Almanyayê hatiye qedexe kirin û wek rêxistineke terorîst hatiye pênase kirin. Almanya kar dike ji bo çavkaniyên darayî yên wê rêxistinê nehêle. Di vê çarçoveyê de bi giştî li pey wan kesan digerin ku bi taybet hemwelatiyên kurd in, ku pere ji bo piştevaniya PKKê didin û gelek caran pere wek bexş kirin, gelek caran jî wek bac didin.”
Hatiye diyarkirin, di rastiyê de ew pereyê ku tê kom kirin, di nav tiştên din de ji bo şerê gerîla tê bikaranîn ku xelkeke zêde ji ber wê birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin.
Polîsê Almanya hişyarî daye û diyar kiriye: “Dibe ku serdana te jî bê kirin û daxwaza pere dayînê li te bikin. Eger tu wê nekî dibe ku gef li te bên xwarin û hewla tirsandina te bê dayîn. Di encamê de dikarin ew tewanbar bi gelek avayan bên dadgeh kirin, ji bo nimûne piştevaniya rêxistina terorîst li derveyî welat, gefxwarin, naçarkirin an jî binbêkirina yasayên navnetewî hin ji wan in.”
Polîsê Almanya da xuyakirin: “Tîkaye pêwendî bi polîs ve bikin. Em dikarin wiha te û kesên din jî biparêzin. Bi pere dayîna PKKê ve xwe nexin bin lêkolîn û lêpirsînan.”
Polîsê Alman daye zanîn: “Eger bandora wê daxwaza peredanê li ser we ye, bilez em daxwaz dikin ji we pêbend nebin bi wan daxwazên pere yên ji aliyê PKKê ve tên kirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin