Ji Pêsmerge û Hevpeymaniya Navdewletî operasyona hevbes: 8 DAISî hatin kustin
02 hezîran 2021 13:30
PeyamaKurd – Li nêzîkî Xurmatûyê, Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî, bi operasyoneke hevbeş êrîşî DAIŞê kir û hejmarek terorîstên rêxistinê kuştin.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî, bi operasyoneke hevbeş êrîşî şikeft û cihên DAIŞê li nêzîkî gundê Dawe yê ser bi Xurmatûyê ve kirin û encama operasyonê de, 8 çekdar kuştin û 2 otomobîl û 2 motorsîklet şewitandin.
Zanyarî didin zanîn, di operasyonê de balafir û helîkopterên şer jî hatin bikaranîn.
Di dema borî de, tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûye û çend caran jî êrîşî sengerên Pêşmerge kiribûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hevpeymaniya Navdewletî: 1 milyar dolar ji bo Pêsmerge hatiye xerckirin
28 hzr 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin