Ji HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî operasyona hevbes: Bi dehan DAISî hatin girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Asayîşê yên bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hesekê operasyonek li dijî terorîstên DAIŞê encam dan.
Encamên operasyonê bi daxuyaniyekê hatin eşkere kirin û hat ragihandin, 27 çedar li gundên Abid û Felaha yên Hesekê hatin girtin.
Hat diyar kirin çekdarên ku hatine giritn êrîş li dijî sivîlan pêk dianîn û tevgera şaneyên veşartî li herêmên Rojavayê Kurdistanê hêsan dikirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Hêzên Antî Terorê yên HSDê beriya ku operasyonê li dar bixin xebatên lêpirsîn û şopandinê dabûn destpêkirin û di operasyona serdegirtinê ya de, gelek çek û alavên teknîkî jî hatine desteser kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin