Ji NATOYê sersaxî û soza pistgirî û parastina sînorên Tirkiyê

28 sibat 2020 19:31
Ji NATOYê sersaxî û soza pistgirî û parastina sînorên Tirkiyê

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOYê Jens Stoltenberg, piştî civîna 29 endamên NATOyê ya ku îro 28ê Sibatê li ser daxwaza Tirkiyê piştî êrîşa Idlibê hat kirin daxuyanî da û got, ‘Em êrîşa rejîma Sûriyê şermezar dikin, pêwîste derhal ev êrîş rawestin.”

Stoltenberg herwiha sersaxî ji bo Tirkiyê xwest û diyar kir ku wê NATO ji bo parastina sînoran hevkariya xwe ya polîtîk û pratîk berdewam bike û di civînê de jî li ser vê mijarê gotûbêj hatiye kirin.

Stoltenberg banga tevgerîna li gorî hiqûqa navdewletî kir û got, pêwîste ji bo krîza însanî ya Idlibê piştgirî bê dayîn û hemû alî vegerin agirbesta sala 2018an û destnîşan kir ku Tirkiye ji bo wan hevpeymaneke girîng e û ew rewşê dişopînin.