NATOyê soza domandina pistgiriyê da Ûkraynayê
PeyamaKurd - NATOyê ragihand ku welaten endam di civîna doh ya bi Ukrayna re bi awayekî eşkere dîyar kirine ku ew ê piştgirîya aborî û leşkerî ya jibo Kîevê bidomînin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi daxuyaniyekê da zanîn ku Hevpeymaniyê biryar daye ku di 2024an de jî bi milyar euroyan piştgirîyê bidin Ûkraynayê.
Stoltenberg balê kêşa ser êrîşên Rûsyayê û angaşt ku Rûsya li dijî sivîlên Ûkraynayî êrîşan pêk tîne. Sekreter Stoltenberge van êrîşên Rûsyayê yên li dijî sîvîlên Ukraynî şermezar kir.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberge“ NATOyê got: "NATO, êrîşên Rûsyayê yên li dijî sîvîlên Ukraynî ku hin ji wan bi çekên Koreya Bakur û Îranê hatine kirin, bi awayekî tûnd şermezar dike. Moskow êrîşên li dijî bajar û sîvîlên Ukraynî berfireh dike. Wek hevbendên NATOyê em ê berevanîya asîmanî ya Ukrayna xurt bikin."
Hêjayî gotinê ye Rûsya, di demên dawî de li dijî Ûkraynayê êrîşên giran pêk tîne. Rûsyayê serê vê mehê êrîşeke mezin bir ser paytext Kiev û Kharkivê û piştî vê êrîşê Ûkraynayê daxwaza hevdîtinê li NATOyê kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin