Ji Mezlûm Ebdî daxuyaniya Yekrêziya Kurdî: Li ser pîvana nistîmanî...

20 îlon 2020 19:40
Ji Mezlûm Ebdî daxuyaniya Yekrêziya Kurdî: Li ser pîvana nistîmanî...

PeyamaKurd – Fermandarê Giştê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ku ligel Amerîkayê serpereştiya danûstandinên yekrêziya nav partiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê dike, li ser du partiyên dihat îdiakirin ji pêvajoya danûstandinan hatine dûrxistin daxuyanî da.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, “Insiyatîfa me ya Yekrêziya Kurdî li gorî pîvana xwe ya niştimanî berdewam e. Armanca me eve ku gav bi gav hemû partiyan tevlî pêvajoya nû bikin. Partiyên wekî Pêşverû û Yekîtî (El-Wehdê) nehatine bidûrxistin. Agahiyên derbarê vê yekê de ne di cihê xwe de ne.”