Ji Mesrur Barzanî peyama pîrozbahiya 8ê Adarê li Jinan: Rola wan mezin e...
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Adarê bi boneya Roja Jinên Kedar a Cîhanî peyamek belav kir.
Serokwezîr Barzanî got, “Jinên Kurdistanê roleke mezin û bi bandor di tevgera rizgarîwaz a gelê Kurdistanê de dîtine û li dijî dagîrkerî û sîstema civakê xebat kirine”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Di Roja Jinê ya Cîhanî de pîrozbahiyê li jinên Kurdistan û cîhanê dikim. Bi bîranîna heştê Adarê, rêzgirtina li xebat û têkoşîna jinê ya ji bo yeksanî, dadperweriya civakî, nehîştina stemê û çewsandinê de ye”.
Mesûr Barzanî di peyama xwe de got: “Jinên Kurdistanê roleke mezin û bi bandor di tevgera rizgarîwaz a gelê Kurdistanê de dîtine û li dijî dagîrkerî û sîstema civakê xebat kirine. Ji ber wê em têkoşîna jinên Kurdistanê, bi taybetî jinên Pêşmergeyên şoreşên Kurdistanê û rola wan a berçav di rûbirûbûna teroristên DAIŞê de bilind dinirxînin û pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastin û berevanîkirina li mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî û peydakirina zemîne û derfetên yeksaniya karkirinê û beşdariya wan di warên cuda de tekez dikin”.
Ji Serokwezîr hişyariya bo vîrûsa koronayê li Jinan...
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji jinên Herêma Kurdistanê kir ku rola xwe aktîv bikin bo belavkirina hişyariya tenduristiyê û bicihkirina rênimayên tenduristiyê û xweparastina ji vîrusa korona bigirin ber û hanê bidin endamên malbatên xwe, ji bo parastina pakî û xawîniya jingehê, ku erkekî niştimanî û berpirsatiya hemûyan e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin