Ji Mesrûr Barzanî bo wefata nivîskarê Kurd peyama serxwesiyê

30 hezîran 2019 16:35
Ji Mesrûr Barzanî bo wefata nivîskarê Kurd peyama serxwesiyê

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê bo avakirina hikûmeta nehem hatiye erkdar kirin, Mesrûr Barzanî li ser wefata nivîskar û rojnamevan Ebdulxenî Elî Yehya peyamek serxweşiyê belav kir.

Peyama Mesrûr Barzanî:

Malbata birêz a xwedê jê razî Ebdulxenî Elî Yehya

Mixabin nûçeya koça dawî ya nivîskar û rojnamevan Ebdulxenî Elî Yehya gihîşt min û ez şirîkê xema we me. Ji bo wê jî ez serxweşiyê li we û xizim, kesûkar û dostên xwedê jê razî dikim. Herwaha ji xwedêyê mezin daxwaz dikim bi biheşta xwe wî şad bike û sebrê ji bo hemû aliyan dixwazim.

Koça dawiyê ya xwedê jê razî rehmetî bo rojnamevaniya kurd ziyaneke, lê karên rojnamevanî û berhemên wêjeyî bîranîna xwedê jê razî dê zindî bihêle.

Ana Lile û Ana Eliye Raciûn

Birayê we

Mesrûr Barzanî

29/6/2019