Ji Kurtulmuş peyama proseya aştî: Piraniya meseleyê qediya
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş derheqê proseya aştiyê de got: "Bi ya min piraniya vê meseleyê qediya, yasaya ku dê bê derxistin jî dê nebe wek afûkirin."
|
Türkçe
RûpelNews - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş beşdarî bernameya televîzyona CNN Turk bû û bersiv da pirsên der barê proseya aştî ya ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka kurd hate destpêkirin.
Kurtulmuş wiha axivî: "Bi dîtina min, piraniya kar hatiye temamkirin. Teror dê di demek nêz de bi temamî ji rojeva Tirkiyeyê were rakirin."
Kurtulmuş her wiha diyar kir ku yasaya pêşerojê dê nebe di şiklê efûyekê de, lê belê dê bibe komek bendan ku cîbicîkirina cezayan birêkûpêk bike.
