Ji Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê daxuyaniya êrîsa Îranê

21 mijdar 2022 22:49
Ji Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê daxuyaniya êrîsa Îranê

PeyamaKurd - Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê, li ser êrîşên Supaya Pasdarên Îranê bi ser Herêma Kurdistanê de ragihand, êrîşên moşek û dronan ên Îranê jiyana welatiyên sivîl ên bêtawan dixin metirsiyê û divê rawestin.

Konsulxaneya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin: “Şeva borî binpêkirineke din a serweriya Iraqê ji aliyê Îranê ve hat dîtin. Êrîşên moşek û dronan ên Îranê jiyana welatiyên sivîl ên bêtawan dixin metirsiyê û dibin sedema wêrankirina jêrxaneya Iraqê, divê ev êrîşên ser Herêma Kurdistanê rawestin.” 

Hêjayî gotinê ye, herî dawî îro 21ê Mijdarê danê sibehê Îranê bi rêya dron û moşekan li kampên niştecihbûn û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê xistibû û li gor zanyariyan, di encamê de pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hatibû şehîdkirin.