Ji Konsulê Filîstînê serdana xatirxwestinê bo Nêçîrvan Barzanî
19 rêbendan 2025 17:16
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 19ê Çile pêşwazî li Konsulê Filistînê yê Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir ku erkê wî bi dawî hatiye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî ji bo kar û hewlên wî yên ji bo pêşxistina pêwendiyên Filistîn û Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Filistînê yê Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir.
Konsulê Filistînê jî ji bo piştgirî û hevkariya wî spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.
Hizûrî daxwaza Filistînê ya ji bo pêşxistina pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dubare kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku agirbesta li Xezeyê û geşedanên dawî yên herêmê jî di civînê de hatine axaftin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji Konsulê Filîstînê serdana xatirxwestinê bo Serok Barzanî
09 rbn 2025
Jiyan
Serokê Filîstînê, dê serdana Tirkiyeyê bike
20 trm 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin