JI Îtilafa Sûriyê daxuyaniya sewata zeviyên Qamislo: Ji destê PYDê derxin..
PeyamaKurd - Serokê Îtilafa Sûriyê Abdurrahman Mustaf, şewata zeviyên herêma Cizîrê yên dorûbera Qamişlo û Hesekê wekî karekî qestî da zanîn û got, şewitandina cihên çandiniyê tawana şer e.
Abdurrahman Mustafa herwiha bang li civaka navdewletî jî kir, wê herêmê ji bin kontrola PYDê derxin ku opozîsyon wekî rêxistineke terorî PYDê bi nav dike.
Serokê opozîsyonê li hesabê xwe yê twitterê şewitandina zeviyan şermezar kir û got, ew tawana şer e û got, “Civaka navdewletî berpirs e ku kontrola wê herêmê ji destê PYDê derxe.”
Mustafa herwiha di daxuyaniyên xwe de daxwaz ji civaka navdewletî kir ku tezmînata cotkarên mexdûr bûne bê dayîn û ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê di çarçoveya biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî de gav bên avêtin.
Di şewatên qestî yên yên agir pêxistina zeviyên genimên dorûbera Qamişlo de, bi giştî zeviyên 43 gundan bi temamî şewitîn û ziyaneke gelekî mezin çêbû ku xelkê deverê bêçare bûye. Hêzên asayîşa Rêveberiya Xweser jî mudaxeleyî şewatê kiribûn, lê dîsa jî nekarîn pêşiya ziyana mezin bigirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin