Ji Îsraîlê daxuyaniya Sûriyê: Em ê êrîsên xwe zêdetir bikin

20 berfanbar 2018 19:45
Ji Îsraîlê daxuyaniya Sûriyê: Em ê êrîsên xwe zêdetir bikin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû piştî biryara Trump a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ragihand, “Em dê êrîşên xwe yên Sûriyê yên ser hebûna Îranê pir zêde bikin.”

Netanyahû di daxuyaniya nivîskî de got, “Em dê li dijî hewlên bingehgirtin û belavbûna Îranê li Sûriyê, êrîşkariya xwe bi awayekî pir bihêztir berdewam bikin. Ti niyeta me ya ku em van hewldanên xwe kêm bikin nîne. Em ê vê bi hurbînî bikin û vê jî dizanim ku em dê vê bi piştgiriya tam a Amerîkayê bikin.”