Ji Îranê daxuyaniya pênasekirina deshilata Talîbanê: Niha pir zû ye!
PeyamaKurd – Îranê derbarê pênasekirina Tevgera Talîbanê ya dest danîye ser deshilata Afganistanê yekem daxuyaniya derbarê pênasekirina rejîma Talîbanê de hat dayîn.
Talîban berevajî Îran a şîe bizaveke selefî sûnî ye û piştî Talîbanê Kabûl kontrol kir, yek ji welatê herî zêde bandora rejîma nû ya Afganistanê li ser çêbibe jî Îran e.
Derbarê rewşa nû ya Afganistanê de Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade got, danûstandina wan ligel hemû aliyên Afganistanê heye û geşedanan ji nêz ve dişopînin.
Xetîbzade li ser pirsa pênasekirina deshilata Talîbanê jî diyar kir, "Em niha di wê qonaxê de ne. Niha biryardana ser hikûmeta nû ya Afganistanê pir zû ye. Ji bo me tişta serekî ew e hikûmeteke berfireh a diyalogê ligel hemû aliyên afganî bike were ava kirin e.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin