Ji Îranê bo Rojava: Pirsa Kurd bi rêbazên leskerî çareser nabe

10 nîsan 2019 19:34
Ji Îranê bo Rojava: Pirsa Kurd bi rêbazên leskerî çareser nabe

PeyamaKurd – Parlamentarê Îranê yê Serokê Komisyona Ewlekariya Netewî û Polîtîkayên Derve Haşmetullah Felahat Pişe diyar kir ku li ser gefên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê got, “Pirsa Kurd bi rêbazên leşkerî çareser nabe.”

Li gor nûçeya Suptnikê Felahat Pişe li ser mijarê wiha axivî: “Em di wê baweriyê de ne ku pirsa Kurd bi rêbazên leşkerî çareser nabe û dê operasyon zirarê bide. Taliya talî hemû welat dizanîn ku divê bi rêyên stratejîk çareser bibe, lewra jî ev mijar divê bi rêbazeke baştir were çareserkirin.”