Îranê gefa êrîsa ser Kurdan xwar: Pistî Idlibê wê 'Rojava' bê rizgar kirin

31 rêbendan 2020 20:06
Îranê gefa êrîsa ser Kurdan xwar: Pistî Idlibê wê 'Rojava' bê rizgar kirin

PeyamaKurd – Şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney, Elî Ekber Welayetî gefa êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê (Rojhilatê Firatê) xwar û got ku dê piştî Idlibê rêveberiya rejîma Sûriyê tevî hevkarên xwe derbasî Rojava bibe û di demeke kin de rizgar bike.

Welayetî di konferanseke li Tehranê de ji bo hêzên Amerîkî yên li Iraq û Sûriyê got ku ew neçar in terka wan herêman bikin û wiha pê de çû:

"Amerîka li Iraqê têk çû. Piştî biryara parlamena Iraqê û xwepêşandanên milyonan Iraqiyan, teqez divê derkeve. Heger ji Iraqê derkeve, wê neçar bibe ji Sûriyê jî derkeve. Çimkî erdên Iraqê ji bo Sûriyê herêma lojîstîkî ne.”

Elî Ekber Welayetî di berdewamê de jî dibêje; “Heger Amerîka ji vir dernekeve, wê rêveberiya Sûriyê tevî hevkarên xwe piştî Idlibê berê xwe de Rojhilatê Firatê û Amerîkayê ji wir derxe. Wê ew dever berevajî hizra Amerîka û rejîma siyonîst a Îsraîlê, di demeke pir kin de were rizgarkirin.”