Ji Îranê bo Brîtanya: Emê bersivê bidin…

09 tîrmeh 2019 22:19
Ji Îranê bo Brîtanya: Emê bersivê bidin…

PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Îranê Muhammed Bakirî, li ser destdanîna ser tankêra petrolê li Kendava Cebelîtariqê ji aliyê Brîtanyayê daxuyanî da û got, ew dê bersivê bidin.

Li gorî ajansa Tesnim a Îranê, Bakirî di merasîmeke leşkerî ya li Tehranê de, destdanîna ser tankêra petrolê ya Îranê li Kendava Cebelîtariqê wekî hewleke dijminane nirxand.

Muhammed Bakirî wiha got, “Destdanîna ser tankêra ku petrola Îranê hildigire, dê bêbersiv nemîne. Dê bersiva vê çalakiya qelaşî di dem û cihekî guncaw de bê dayîn.”