Ji HSD û hêzên Amerîkî li nêzîkî sînor yekem tetbîqata hevbes a leskerî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wan dike, li Dêrik a Rojavayê Kurdistanê ya hevsînorê Bakurê Kurdistanê tetbîqateke leşkerî ya hevbeş li dar xistin.
Berdevkê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser medya civakî dîmenên tetbîqatê belav kirin û got, îro 7ê Îlonê danê sibê li gundê Teqil Beqilê Dêrikê, cara yekem tetbîqateke leşkerî ya HSD û Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin.
Hat diyarkirin ku di tetbîqata leşkerî de moşekên taw û topên RPG û çekên Kalaşnîkov hatine bikaranîn û hejmarek ji zirxpoşên Amerîkî jî beşdar bûne.
Li aliyê din Femandarê Firqeya Zirxpoşên Amerîkayê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bi civîneke rojnamevanî eşkere kir, ev tetbîqata leşkerî di çarçoveya karê wan ê hevbeş ê ligel HSDê li dijî şaneyên DAIŞê ye û got: “Me îro ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rahênaneke leşkerî ya hevbeş birêve bir.”
Fermandarê Amerîkî di dewamê de wiha axivî: “Ez gelek kêfxweş im ku cara yekem ligel HSDê li vê navçeyê me, ev nabe cara dawî jî. Em di piştevaniya hevpeymana xwe ya HSDê de berdewam bin, ev cihekî girîng e ji bo hêzên me û dê berdewam bin ligel HSDê di şerê dijî DAIŞê de û rahênana îro ji bo me herduyan gelek girîng bû.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin