Ji Hikûmeta Kurdistanê vîdyoyeke ciwan bo Roja Cîhanî ya Hawîrparêziyê

05 hezîran 2019 17:45
Ji Hikûmeta Kurdistanê vîdyoyeke ciwan bo Roja Cîhanî ya Hawîrparêziyê

PeyamaKurd – Îro 5ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Hawîrparêziyê ye ku li gelek welatên dinyayê ji bo balê bikişînin ser parastina sirûştê çalakî têne lidarxistin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) sala 1972yan di lutkeya ku 133 welatan beşdarî kir de, li Stockholma paytexta Swêd bi yekdengî biryar dabû ku 5ê Hezîrên bibe Roja Cîhanî ya Hawîrparêziyê.

 Ji wê tarîxê ve heta niha ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkên hawîrparêziyê rojên 5ê Hezîranê li seranser dinyayê çalakî têne lidarxistin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî îro ji bo balê bikişîne ser vê roja taybet û parastin û xwederketina sirûşta Kurdistanê vîdyoyeke ciwan belav kir.