Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya petrolê: Hemû prosedur temam bûne

11 gulan 2023 23:12
Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya petrolê: Hemû prosedur temam bûne

PeyamaKurd – Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê proseya hinardekirina petrola Kurdistanê bo derveyî welat de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, “Piştî rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ya Iraqê li ser dosyeya petrolê, hemû rêkar û prosedurên derrbarê ji nû ve destpêkirina hinardeya petrolê bidawî bûne.”

Hat diyarkirin ku kompaniya SOMO ya petrolê ya Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî nivîsa fermî ya ji bo destpêkirina hinardeya petrolê bi ser xeta boriya Kerkuk-Ceyhanê de, 10ê Gulanê gihandiye Tirkiyeyê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji bo destpêkirina hinardeya petrolê Wezareta Çavkaniyê Sirûştî û Wezareta Petrolê ya Iraqê li benda bersiva Tirkiyeyê ne.