Ji hevserokê Partiya DEMê daxuyaniya destûra bingehîn
PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Tuncer Bakirhan di çarçoveya kampanya “Nan û Edaletê” de li Bûrsayê beşdarî çalakiyan bû. Bakirhan û heyeta pê re beriya civîna gel a ku wê li Osmangaziyê bê lidarxistin, bi nûnerên komeleyên herêmî û saziyên demokratîk ên bajêr re kom bûn.
Bakirhan di wê civînê de ya ku li navçeya Yildirimê hat lidarxistin axivî û behsa nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû ya Tirkiyeyê kir.
Bakirhan bal kişand ser pirsgirêkên heyî û weha got: “Her tiştê ku mueyîdeyên wan tune ye li vir bertek û potansiyela xwe heye. Lewma ger hûn bertîlê bidin şaredariya New Yorkê, wê yên vir jî bixwin. Heke hûn Peymana Stenbolê ji holê rakin, ger hûn welatiyên me yên kurd û elewî wek tehdîd bibînin, dê wan lînc bikin û malên wan wêran bikin.”
Di dewama axaftina xwe de Bakirhan anî ziman, “Tirkiye talan kirin, niha jî dibêjin, werin em destûreke nû dayînin. Baş e, em ya heyî biguherînin û yeke sivîl dayînin, werin, lê ger hûn di destûra bingehîn a nû de bibêjin; ‘Ez ê 5 salên din jî bidomînim’, li qusûrê nenêrin em ê neyên muzakereyê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin