Şandeya Partiya DEMê sibê serdana Abdullah Ocalan dike
Hat ragihandin ku şandeyek ji Partiya DEMê sibê ji bo hevdîtinekê bi Abdullah Ocalan re bê kirin dê biçe Girava Îmraliyê.
RûpelNews - Berdevka Partiye DEMê Ayşegul Dogan, li navenda partiyê der barê rojevê de daxuyanî da rojnamevanan.
Di hevdîtinê de gavên yasayî wê werin axaftin
Ayşegul Dogan eşkere kir ku şanda Îmraliyê ya Partiya DEM'ê sibe dê biçe Girava Îmraliyê û li wir ligel bi Abdullah Ocalan dê hevdîtinê pêk bine. Dogan, tekezî li ser pêwîstiya avêtina gavên yasayî yên derbarê pêvajoyê de kir û got, "Ev hevdîtin ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku, ji aliyekî ve, ew ê bi Birêz Ocalan re li ser gavên din ên ku dê di çarçoveya pêvajoya yasayî de bên avêtin, bişêwirin.”
"Ocalan bi rayedaran re danustandinan dike"
Doganê bal kişand ser girîngiya naveroka civînê û got: “Hem şertên Ocalan û hem jî nîqaşên li ser statuya wî, û her wiha dê pêşniyarên wî jî derbarê çarçoveya yasayî ya ku niha ji bo bingeha yasayî û bêçekkirinê tê amadekirin an jî plansazkirin, bên wergirtin. Wekî ku hûn dizanin, wekî her carê, ew bi baldarîyeke mezin li ser hemû mijaran, ji rêziknameyên yasayî heta plansaziya paşerojê ya pêvajoyê, bi rayedar û aliyên pêwendîdar re nîqaş û danûstandinên xwe didomîne.”
