Ji her 10 ciwanan 4 kes plana zewacê nakin
Li gorî lêkolînan li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji her 10 ciwanan 4 ciwan naxwazin bizewicin. Her dîsa rêje zarokbûnê jî kêm bûne.
RûpelNews - Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Mahînur Ozdemir Goktaş, encamên lêkolîna "Ji Daneyan ber bi Vîzyonê ve: Sê Nifşên Tirkiyeyê" ku bi hevkariya Enstîtuya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÜİK) û dezgeha fikrî Enstîtu Sosyal hatiye amadekirin, ragihand.
Lêkolîn, ku li 12 parêzgehan li 6 hezar 530 malbatan hatiye kirin, hevpeyvîn bi 10 hezar 408 kesan re li xwe girtiye. Lêkolînê eşkere kir ku temenê zewacê bilind dibe û rêjeyên zayînê kêm dibin.
Ciwan zewacê nafikirin
Yek ji encamên girîng ên lêkolînê ew bû ku rêjeya ciwanên ku zewacê nafikirin nêzîkî ji sedî 40 dibe. Her wiha hat dîtin ku temenê îdeal ji bo zewaca yekem bilind dibe û tercîhên derbarê hejmara îdeal a zarokan de kêm dibin.
Wezîr Goktaş destnîşan kir ku hejmara navînî ya zayînên zindî di nav nifşan de bi awayekî berbiçav kêm bûye, û her wiha diyar kir ku ji sedî 90ê beşdaran bawer dikin ku hebûna zarokan hesta malbatbûnê xurt dike.
