Ji HDPê civîna awarte bo pîrozbahiyên Newrozê | Biryar sibe tê ragihandin

12 adar 2020 21:07
Ji HDPê civîna awarte bo pîrozbahiyên Newrozê | Biryar sibe tê ragihandin

PeyamaKurd – Desteya Bilind a Rêveberiya HDPê bi mijara belavbûn û metirsiya vîrûsa koronaya nû û biryara li ser pîrozbahiyên Newroza 2020an civîneke awarte pêk tîne. Çav li rê ye îro li Diyarbekirê jî derbarê pîrozbahiyên Newrozê de civîneke rojnamevanî were lidarxistin.

Berdevka HDPê Ebru Gunay, ragihandin ku sibe biryara bo pîrozkirina girseyî yan betalkirina bernameyên Newrozê yên girseyî dê bê ragihandin.

Hat zanîn ku tevî mijarên din ên rojevê yên wekî; girtina şaredarên HDPê û rojnamevanan, HDP di civînê de mijara metirsiya covid-19 jî gengeşe dike û dê piştî gotûbêjên îro sibe jî biryara dawî bi civîneke rojnamevanî ji raya giştî re were ragihandin.

Heta niha ji bo çend bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bernameyên pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê hatine eşkere kirin, lê piştî ku li Tirkiyê jî bi fermî hebûna nexweşên vîrûsa korona hat ragihandin li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bergiriyên bo xweparastina wê nexweşînê têne standin.