Ji Fransa û Brîtanya daxuyaniyên kustina Bexdadî: DAIS bi dawî nebûye

28 cotmeh 2019 03:31
Ji Fransa û Brîtanya daxuyaniyên kustina Bexdadî: DAIS bi dawî nebûye

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emanuel Macron ragihand ku mirina Bexdadî derbeke li DAIŞê, lê ev tenê gavek e û got, "Ji bo têkbirina teqezî ya rêxistina terorîst DAIŞê em têkoşîna ligel şirîkên xwe di hevpeymaniya navdewletî de berdewam dikin. Karê me yê sereke ev e."

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson jî derbarê kuştina Bexdadî de li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got:

“Kuştina Bexdadî di têkoşîna dijî terorê de qonaxeke girîng e, lê ev nayê wateya bidawîbûna DAIŞÊ. Em ê bi şirîkên xwe re têkoşîna dijî hovîtiya DAIŞÊ berdewam bikin.”