Ji Financial Timesê analîzek balkês ji bo hilbijartinên Tirkiyê!
PeyamaKurd – Rojnameya Financial Times a Brîtanî pêşbîniyên sala 2023-an da nivîskarên xwe. Mijara yek ji pêşbîniyan jî hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê yên bên kirin bû.
Yek ji pirsên FT ku li ser 20 mijarên ku dê di sala 2023’an de bala cîhanê bikişîne pirs û pêşbîniyan diweşîne, “Gelo di hilbijartinên Hezîranê yên Tirkiyeyê de wê serdema Erdogan bi dawî bibe?” bû.
Nûçegihana rojnameyê ya Tirkiyeyê Laura Pitel bersiva "na" da
Pitel bi îdiaya ku Erdogan tevî kêmbûna populerbûna xwe ji bo li ser desthilatdariyê bimîne wê serî li gelek rêbazên adil û nepak bide, pêşbînî kir ku heke Erdogan ji nû ve were hilbijartin wê çi bibe.
"Veguhestina desthilatdariya xwe ji bo dehsala sêyem wê encamên xerab li ser aboriya Tirkiyê ya jixwe aloz hebe, kêmbûna standardên jiyanê girantir bike û bêtir sînordarkirina azadiyên kesane bike."
Pitel wekî faktorek ku dikare encamên hilbijartinan di berjewendiya muxalefetê de biguherîne ev tişt got:
Ya rast ev e ku cezayê girtîgehê û qedexeya siyasî ya vê mehê ya li ser hevrikê herî realîst ê Erdogan, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, wê bertekek bê rawestandin çêbike û muxalefetê berfireh bike yan na.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin