Ji Bloombergê analîzeke balkês li ser hilbijartinên Tirkiye û rola Kurdan
PeyamaKurd – Ajansa Bloomberg a Amerîkî li ser rola dengdêrên Kurd di hilbijartinên 14ê Gulanê de analîzeke balkêş weşand.
‘Kurd di siyaseta Tirkiyê de dibin xwedî hêzeke diyar’
Di analîzê de hatiye gotin: “Kurdên dijminên sereke yên Erdogan, piştî dawîbûna proseya hilbijartinan jî wê heyameke dirêj di siyaseta Tirkiyê de xwedî hêzeke diyar bin.”
Bloombergê diyar kiriye ku dê di hilbijartinan de, siyasetmedarên Kurd piştî salan di parlamentoya ku ji derveyî wê hatine hiştin de, bibin xwedî hêzekê.
‘Opozîsyon tenê bi dengên Kurdan piraniyê bi dest dixe’
Bloombergê bal kişandiye ser Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi navê Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) dikeve hilbijartinan û dide xuyakirin ku wê di parlamentoyê de bi hêze ku bi dest bînin re heyameke dirêj bibin hêzeke diyarde di siyaseta Tirkiyê de.
Di analîza Bloombergê de hatiye destnîşankirin ku opozîsyona Tirkiyeyê tenê bi dengên Kurdan piraniyê bi dest dixe û tê çaverêkirin HDP ango Yeşil Sol Parti bibe partiya sêyemîn di parlamentoyê de.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin