Ji Erdogan peyamek bo Ewropayê: Endamtîya YE hedefa me ya stratejîk e!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, derbarê têkiliyên Tirkiye-Yekîtiya Ewropa (YE) de ku di demeke zehmet de derbas dibin, peyamek belav kir.
Erdogan di peyama xwe de dibêje, “Tirkiye tevî astengî û cudaxwaziyan jî bi biryardarî helwest û xebata xwe ya di rêya hedefa stratejîk a endamtiya YEyê de berdewam dike.”
Herwiha Erdogan rexneyan jî li YE digire û diyar dike, "Astenga herî mezin a li ber Yekîtiya Ewropayê ku bibe aktoreke bihêz a kurewî kêmahiya sebra stratejîk û vîzyonê ye.”
Erdogan daxwaz ji YEyê kir ku mekanîzmeyên biryardanê li ber çavan derbas bikin û got, pêdiviya YEyê bi gotineke hembêzkar û sazûmaneke nû heye ku ew jî bêyî hebûn û piştevaniya welatê me ne mimkun e pêk were.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin