Erdogan peyamek a li ser 'pêvajoyê' da

09 hezîran 2026 17:54

Serokomarê Tirkiyê Erdogan, di derbarê pêvajoya feshkirina PKKê de got, "Pêvajoya 'Tirkiyeyeke bê Teror' navê vîzyoneke stratejîk a dewletê ye ku ji polîtîkayeke ewlehiyê ya tenê wêdetir diçe."

Erdogan peyamek a li ser 'pêvajoyê' da

RûpelNews - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasîma vekirina Konferansên Ewlehiya Neteweyî yên ku li Kompleksa Serokomariyê hatin lidarxistin, bû.

Di axaftina xwe ya li wir de, Erdogan got: "Pêvajoya 'Tirkiyeyeke bê Teror' navê vîzyoneke stratejîk a dewletê ye ji bo sedsala nû ya welatê me, ku ji polîtîkayeke tenê ya ewlehiyê wêdetir diçe" û lê zêde kir ku Tirkiyeyê hem nîşanî dost û hem jî dijminan daye ku ew ne welatek e ku rola wî di senaryoyên kesên din de hatiye diyarkirin, lê belê welatek e ku çîroka xwe bi xwe dinivîse, paşeroja xwe bi xwe teşe dide, û bûye aktorê ku qaîdeyan li herêmê datîne.

Erdogan wiha domand:

"Li pişt hem pêvajoya 'Tirkiyeyeke bê Teror' a ku em îro li gorî pêşîntî û rêbazên xwe dimeşînin, hem jî gavên me yên biryardar ên ku ji herêma Kendavê heta Bakurê Afrîkayê û Rojhilatê Deryaya Spî dirêj dibin, ev xwebaweriya mezin, wêrekî, plansazî û şiyana tevgerîna serbixwe heye. Pêvajoya 'Tirkiyeyeke bê Teror' ji polîtîkayeke ewlehiyê wêdetir e; ew navê vîzyoneke stratejîk a dewletê ye ji bo sedsala nû ya welatê me. Bi izna Xwedê, gava ku ev pêvajo li gorî armancên me bi ser bikeve, ew dê ne tenê eniya me ya navxweyî xurt bike, lê herwiha ewlehiya Tirkiyeyê jî bihêz bike û ji bo neteweya me rê li ber derfetên nû veke."