Ji Erdogan daxuyaniya nû li ser Efrînê: "Heta karê me neqede em dernakevin"

15 adar 2018 22:41
Ji Erdogan daxuyaniya nû li ser Efrînê: "Heta karê me neqede em dernakevin"

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiye Recep Teyyip Erdogan rexne li Parlementoya Ewropayê kir û got: "Der heqê Efrînê da dixwazin em operasyona li wir bidin sekinandin û filan û bêvan. Berpirsiyareke jin heye ku ji pêşketinê mesûl e daxwazeke wiha kiriye. Qet hewesê nekin, heta karê me neqede em ji wir dernakevin."  

Erdogan ji bona Operasyona Efrînê wiha got: "Heqê Parlementoya Ewropayê tuneye ku ji Tirkiyeyê tu gotinekê bibêje. Hemû gotinên wan bê guhekî me jî wê di yê din ra jî derkeve."