Ji DEM Partî bo CHP: Em ji daxwaza we aciz nabin

04 nîsan 2026 20:11

Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakırhan, li ser banga CHPê ya ji bo hilbijartinên pêşwext got: "Ev gaveke siyasî ye û em jê aciz nabin, divê em li dijî zextên li CHP ten kirin dengê xwe derxin.”

Ji DEM Partî bo CHP: Em ji daxwaza we aciz nabin

RûpelNews - Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakırhan beşdarî 6emîn Kongreya Asayî ya Partiya Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) bû. Bakırhan sala girîngiya pêvajoya berdewam a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd kir û li ser daxwaza CHPê ya ji bo hilbijartinên pêşwext got, "Ev daxwaz me aciz nake."

“Em ji banga CHP ya bo hilbijartina pêşwext aciz nabin”

Bakirhan di axaftina xwe ya li kongreyê de, derbarê banga CHP'ê ya ji bo hilbijartinên pêşwext wiha axivî: "Mafê herî xwezayî yê CHP ye ku bangeke wiha bike. Divê em ne li ser wê yekê bisekinin ku çima CHP banga hilbijartinên pêşwext dike, lê belê divê em li dijî zext û polîtîkayên zordest ên ku CHP rastî wan tê, derkevin. Em ji vê daxwazê aciz nabin."

"Ev pêvajo ne tenê pêvajoya Kurdan e"

Bakırhan, grîngî bi pêvajoya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê da û wiha got:

"Belê, pêvajoyek heye berdewam e. Ev pêvajo ne tenê pêvajoya Kurdan e. Ev pêvajo ne tenê pêvajoyeke aştiyê ye. Bêyî demokrasiyê aştiyeke mayînde nabe. Ev pêvajoyeke aştiyê û demokrasiyê ye, û ew mijarek e ku divê dest bi dest bi aştiyê û demokrasiyê re bi pêş ve biçe. Tenê pêdiviya Kurdan bi demokrasi, azadî û hiqûqê nîn e. Pêdiviya hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bi hiqûq û demokrasiyê heye.”