Ji civîna ‘Yekîtiya Netewî’ bangewaziya mayîndekirina tifaqê derket

06 berfanbar 2019 20:04
Ji civîna ‘Yekîtiya Netewî’ bangewaziya mayîndekirina tifaqê derket

PeyamaKurd – Partiyên bakurê Kurdistanê û HDP bi navê ‘Xebata Tifaqa Kurdistanî û Yekîtiya Neteweyî’ li Diyarbekirê doh 5ê Kanûnê civiyan. Beşdarên civînê îro encamnameya xwe û biryarên hatine standin bi daxuyaniyeke hevbeş ji raya giştî re ragihandin.

Partiyên beşdarî civînê bûn bang li hêz û partiyên Kurd kirin û gotin “Em bangî gelê kurd dikin da ku li dijî zext û zilmê hêzên xwe bike yek. Em vê meşê bi hev re bigihînin qonaxa serfiraziyê û tifaqeke neteweyî ya mayînde bi hev re ava bikin."

Herwiha biryara berdewamkirina xebatan di wê çarçoveyê de hat dayîn ku dê meha Çile ya 2020an jî komxebetek were lidarxistin.

Piştî civîna doh a bi navê “Yekîtiya Neteweyî” îro encamnameya civînê bi daxuyaniyeke hevbeş li oteleke navçeya Yenîşehîr a Amedê bi civîneke rojnamevanî ji raya giştî re hat eşkere kirin.

Serokê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê KKPê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê PÎAyê Mehmet Kamaç, Parlamenterên HDPê Îmam Taşçier, Nusretîn Maçîn û Tayîp Temel, nûner û rêveberên 10 partî û rêxistinan amade bûn.

Daxuyaniya kurdî ji aliyê Serokê Giştî yê PÎAyê Mehmet Kamaç ve hat xwendin û ya tirkî jî Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz xwend. 

 Daxuyaniya hevbeş a partiyan wiha ye: 

“Em bangî gelê kurd dikin da ku li dijî zext û zilmê hêzên xwe bike yek! 

Desthilatiya AKP-MHPê hemû yasayên xwe û yên navneteweyî binpê dike û li şûna hevşaredarên me û endamên meclisê yên ku bi dengê gelê me hatine hilbijartin, qeyûman tayîn dike. Bi vî awayî derbeyê li demokrasiya herêmî dixe û îradeya gelê me desteser dike. AKP-MHP bi awayekî aşkera îradeya gelê me nas nake. Siyasetmedarên kurd, bi awayekî keyfî her roj tên destgîrkirin û girtin. Êrişên li ser wan her ku diçe zêdetir dibin; her sibe bi ser malên siyasetmedaran de tên girtin. Desthilatî bi awayekî fîîlî mafê yasayî û rewa yê siyaseta demokratîk li kurdan qedexe dike û îradeya gelê me ji holê radike.  

Tiştên li vir û li derveyî sînor rû didin, her ku diçe hêrs û kîna gelê me û siyasetmedarên kurd zêdetir dike û di serî de di warê avakirina tifaqa neteweyî de û li ser esasên rewa-yasayî, hevgirtineke bi hêz li ser me hemûyan ferz dike.   

Geşedanên li parçeyên Kurdistanê nîşan dide ku gelê Kurdistanê îro zêdetir ketiye rojeva gelên cîhanê û bala raya giştî ya navneteweyî dikişîne. Eger em yekrêzî û hevgirtina xwe pêk bînin û hêzên xwe bikin yek, têkoşîna me ya demokratîk, aştiyane û siyasî jî dê ji aliyê hêzên navneteweyî ve zêdetir bê qebûlkirin û piştgirîkirin. Ji bo ku ev demên dijwar bi awayekî serkeftî encam bide, gelê me dixwaze ku, li dijî êrişên li ser kurdan, xizanî û têkçûna aboriyê, em tifaqa xwe xurt bikin.   

Me wek partî û tevgerên siyasî yên ku navên wan li jêr hatine destnîşankirin, di 05.12.2019an de bi vê armancê civînek pêk anî.

Di civînê de ev biryar hatin girtin: 

I - Avakirina tifaqa neteweyî li Bakurê Kurdistanê; 

II - Ji bo avakirina tifaqeke mayînde, em ê çalakiyên xwe bi navê “Xebata Tifaqa Kurdistanî” bidomînin; 

III - Di 18-19ê Rêbendanê de, ji bo diyarkirina bingeh, çarçove, pêkhate û rê û rêbaza avakirina tifaqa neteweyî, dê komxebateke du rojan bê lidarxistin;  

IV - Amadekariya komxebatê dê ji aliyê komîsyoneke ji 5 kesan pêk tê bê organîzekirin; 

V - Deriyê me ji hemû partî û tevgerên Kurdistanî yên ku di destpêka van xebatên avakirina tifaqa neteweyî de cih negirtine re vekiriye ku ew jî werin di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih bigirin.  

Em wek Xebata Tifaqa Kurdistanî guh didin bang û daxwaza gelê xwe û ji bo parastina destkeftiyên xwe, em jî bangî hemû rewşenbîr, rûspî û rêxistinên civaka sivîl dikin da ku werin tevlî vê xîret û hewldana me bibin û bi fikr û ramanên xwe, bi rexne û pêşniyazên xwe hêz û piştgiriyê bidin vê meşa me ya dîrokî. Em vê meşê bi hev re bigihînin qonaxa serfiraziyê û tifaqeke neteweyî ya mayînde bi hev re ava bikin.  

Rêz û silav 

Amed 106.12.2019 

Hereketa Azadî

Partiya Azadî

Partiya Demokratîk a Herêman 

Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat - DDKD 

Kongreya Civaka Demokratîk - KCD 

Partiya Demokratîk a Gelan - HDP 

Partiya Însan û Azadiyê - PÎA  

Partiya Komûnîst a Kurdistanê - KKP 

Platforma Demokratên Kurd – PDK-Bakur   

Partî Demokrata Kurdistana Tirkîye -PDK-T"